Kurd nexşeya dewleta xwe nîşanî cîhanê dide

K24 – Navenda Nûçeyan

Dibe ku belavbûna wêneyên nexşeyên Kurdistanê, hewla Îran bo rêgirtin li referandûma serxwebûna Kurdistanê zêde bike, ji ber ku heta niha wî welatî helwest û karvedanên bi zar derbas kiriye û li ser her astekê tevgerê dike bo Kurd ji referandûmê bi paş ve vekişin.

Li gor zanyariyan, serdana Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî û Fermandarê Feyleqa Qudis ya ser bi Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî bo Herêma Kurdistanê, tenê ew pirsa bû. Herçend e piştî hevdîtinên ligel partiyên Kurdistanî û berpirsên Herêma Kurdistanê dema daxuyanî didan û radigahandin ku, mebesta serdana wan bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê ye.

Lê zanyariyên ji nava civînan de çespandin ku, erkê sereke yê Balyozê Îranê ew bû ku aliyên Kurdistanî razî bike bo dest ji referandûmê berdin.

Berpirsên din yên Îranê wek Sererkanê Îranê Mihemed Baqir û berpirsên pilebilind ên Îranê bi aşkere dibêjin: “Divê Kurd dest ji referandûma serxwebûnê berde” ji bo wê mebestê jî şandeke bilind a YNKê li Tehranê ye û ligel berpirsên Îranî guftûgo dikin û berî ku ew birê bikeve ragihandibû ku mebesta serdana wan pirsa referandûmê de ye û pirsgirêka avê ye, ku berî demekê Îranê av li ser Herêma Kurdistanê kêm kiribû.

Aşkere bûye ku Îran li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê ye, ku hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 7 Hezrana borî biryar dank u roja 25 Îlona îsal de referandûma serxwebûnê bi rê ve biçe.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzan û aliyên di parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de / Hewlêrê 7 Hezîranê 2017
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzan û aliyên di parlemento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de / Hewlêrê 7 Hezîranê 2017

Ji wê demê ve, ti amajeyek bipaşxistina referandûmê ji Encûmena Bilind a Referandûmê nehatiye dîtin, belkê şandên wê encûmenê ku ji nûnerên alî û hêzên Kurdistanî, pêkhateyên netewî û olî pêk hatine, dest bi guftûgoyan ligel welatan kirine.

Barzanî û şandeke pê re roja 11 Tîrmehê serdana Brûkselê paytexta Belçîka kir û ligel berpirs û navendên bilind ên Belçîka û Yekîtiya Ewropa dest bi civîn û guftûgoyan kirin, Serokê Herêma Kurdistanê li wir bi aşkere got? “Hatine peyama xelkê Kurdistanê bigihînin dostê xwe û daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim xwe bo raferandûmê amade bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nexşeya navçeyên li derve û li hundirê herêmê nîşanî Cîgirê Serokwezîrê û wezîrên Belçîka dide
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nexşeya navçeyên li derve û li hundirê herêmê nîşanî Cîgirê Serokwezîrê û wezîrên Belçîka dide

Lê li gor wan wêneyan be, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re ji bilî ku peyama bi devkî, nexşeya sînor nîşanî berpirsên Ewropî dan ku biryar e referandûmê tê de were kirin û heger bi “Belê” deng dan, ew sînor dibe sînorê dewleta nû ya Kurdistanê. Ew wêne cidetî û jidiliya Kurd di wê proseyê de nîşan dide û yekemîn car e bi vî awayê fermî li paytextên welatên cîhanê bi aşkere biryara Kurd bi cîhanê tê ragihandin.

Ji ber wê, ne dûr e Îran ji piştî wan wêneyan, wêneyine din dîtibin ku hîn li medyayê nehatine belavkirin, wêneyek dibe ku nexşeya siyasî, serbazî û ceografiya navçê bi temamî biguhêre, ji ber ku Îran ji rewşa nû ya piştî 6 salan ji krîza Sûriyê û 3 salên borî ji şerê DAIŞê  bûye karekterekî sereke li meydanê.

Ku li ser zarê dostên Îranê yên Iraqî Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya desthilatdar Emar Hekîm ku hevpeymanê sereke yê Îranê ye bi aşkere amaje bi wan “Metirsiyam” kir û got: “Serxwebûna Kurdistanê, Besra jî ji Iraqê cuda dike û ji bilî ji Îsraîlê ti welatekî din piştevaniyê nade Kurdistanê”

Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya desthilatdar Emar Hekîm û Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amîrî
Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya desthilatdar Emar Hekîm û Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amîrî

Herwiha Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amîrî ku serkirdayekî diyar ê Heşda Şeibî ye li bajarê Besrayê daxwaz ji Kurd kir ku, ji referandûmê bi paş ve vekişin.

Berpirsên Herêma Kurdistanê baş dizanin ku Îran li dijî serxwebûna Kurdistanê ye û ew ne bi veşartî, bi aşkere dibêjin.

Civîna şanda Herêma Kurdistanê Necmedîn Kerîm, Mesûd Barzanî û Huşyar Zêbarî ligel berpirsên Belçîkayê
Civîna şanda Herêma Kurdistanê Necmedîn Kerîm, Mesûd Barzanî û Huşyar Zêbarî ligel berpirsên Belçîkayê

Di dawî daxuyaniyên girêdayî bi wê proseyê, Endamê Encûmena Bilind a Referandûmê de Huşyar Zêbarî ji kenala “Şerqiye” a Iraqî re bi aşkere got: “Tenê Îran bi fermî ragihandiye ku li dijî referandûmê ye, ji bilî Îranê jî ti welatekî demokrasî negotiye ku ew li dijî referandûmê ne.”

Herwiha endamî şanda YNKê bo Tehranê Mela Bextiyar ji piştî vegera ji Îranê ragihand, “Mijara referandûmê bi aşkere ligel berpirsên Îranê me guftûgo kir û biryara referandûmê jî ya tevahiya aliyên siyasî ye. Helwesta Herêma Kurdistanê û rijdbûna Kurd li ser encamdan referandûmê bi aşkere gihand Îranê”    

Endamî şanda YNKê bo Tehranê Mela Bextiyar ji piştî vegera ji Îranê
Endamî şanda YNKê bo Tehranê Mela Bextiyar ji piştî vegera ji Îranê