Serok Barzanî: Em rewşa piştî 16ê Cotmehê û hilweşandina dengê Pêşmerge qebûl nakin

Serok Barzanî: Rewşa piştî 16ê Cotmeha sala 2017an li navçeyên Kurdistanî û hilweşandina dengên Pêşmerge di hilbijartinên Perlemana Iraqê de nayên qebûlkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî ragihand ku, rewşa piştî 16ê Cotmeha sala 2017an li navçeyên Kurdistanî û hilweşandina dengên Pêşmerge di hilbijartinên Perlemana Iraqê de nayên qebûlkirin.

Serok Barzanî di hevdîtinekê de, bi nûnerê taybet yê Sikirtêrê giştî yê Netewen Yekgirtî li Iraqê Yan Kubish, tekez kir ku ew bi her rêkarekê razîne ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan bistîne, çi bi dubarekirina hilbijartinan be, yan ji pêdeçûn ji gilînameyan re bêkirin, lê biryara hilweşandina dengê Pêşmerge bê sedem û ji bo mebesteke siyasî, bi ti awayî nayê qebûlkirin, ji ber ku ew yek nîşaneke gellekî xirab dide û bi wateya karkirin ji bo hilweşandina Herêma Kurdistanê tê.

Serok Barzanî cardin tekez kir ku ji bo gelê Kurdistanê pêbendiya bi sê pirensîpên hevbeş, lihevkirin û hevsengî di hemû desthilatên Hikumdariyê de û bicîkirina hûrkariyên wan pirensîpan giring e û pêwîst e her rêketineke di navbera aliyan de, li ser bingeha wan pirensîpan be.

Herwiha li ser pirsa hilbijartinan, Serok Barzanî got: Ti nûnerekî Partiya Demokrat a Kurdistanê, di Komisyona Hilbijartinan de tine ye û ji bo ku Partî jî nebe partiya yekê li Nînewa, bi zorê dengên kampan û xuşk û birayên Êzdî şewitandin, ji ber ku koka xwe de, Partî serkeftiya yekê bû li Nînewa.

Herwiha Serok Barzanî derbarê rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê diyar kir, ku sepandina riyalîteyê (Emir Waq`i) û berdewamiya rewşa piştî bûyerên 16ê Cotmehê nayê qebûlkirin û pêwîst e di çarçoveya Madeya 140î ya destûra Iraqê, ew pirs bê yekalîkirin.

N.O