Ji bo navê terorê, Hizbulaha Iraqê ji daxwaza helwestekê ji Ebadî dike

Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin, helwesta xwe ji biryara Kongressa Amerîka rabigihîne û bersiva wê biryarê bide, ku Tevgera Nuceba ya Heşda Şeibî xistiye lîsta terorê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin, helwesta xwe ji biryara Kongressa Amerîka rabigihîne û bersiva wê biryarê bide, ku Tevgera Nuceba ya Heşda Şeibî xistiye lîsta terorê.

Di daxuyaniyekê de ku îro hate belavkirin, Hizbulaha Iraqê dibêje: “Ew ji helwesta dijminane ya Amerîka li dijî Heşda Şeibî û grûpên bergîriyê yên Îslamî tûşî şok nebûne, ji ber ku wan ti rojekê di hesabên xwe de girîngî pê nedane. Amerîka welatekî dagîrker e û bi hezaran kes ji ber rola hatine kuştin, bajar û dezgeh wêran bûne.”

Herwiha amaje bi wê kiriye, “Piştî serkeftina bi ser DAIŞê de û şikestina projeya Amerîka ya wêrankirin û perçekirina Iraq û Sûriyê û di demekê de ku hîna Heşda Şeibî û grûpên bergîriyê yên Îslamî şerê DAIŞê dikin û paşmayên wê radimalin, Kongressa Amerîkî biryar da û Tevgera Nuceba bi terorist nasand. Em tekeziyê li wê dikin, peyrewkirina dijminane, hewlên dubarekirina sepandina xwedêndariyê li ser Iraqê, destêwerdana di karûbarên navxweyî û armanckirina hêzên navxweyî, beşek in ji wê siyaseta dijminane ya Amerîka ne.”

Di beşeke din Hizbulaha Iraqê dibêje: “Em biryara Amerîka red û şermezar dikin. Daxwaz ji hikûmeta Iraqê û hemû aliyên siyasî dikin, helwesta wan ya zelal derbarê wê destêwerdanê de rabigihînin, ku meydana cîhadkirina gencên Iraqê armanc dike, ku ji ber qurbaniyên wan rûmet ji gelê xwe re vegerand.”

Hizbulaha Iraqê dibêje: “Grûpên Bergîriyê dimînin û dibin jêdera hêz û rûmeta gelê Iraqê û bi ti awayekî danûstandinê li ser hebûna wan nakin. Her kesek jî danûstandinê li ser bike, dê bi bin pêyên mocahîdan de bişike. Herwiha hemû planên Amerîka û Îsraîlê û hevpeymanên wan li navçê jî şikestinê dixwin.”

Roja 15 Mijdarê, Kongressa Amerîkî “Tevgera Nuceba” ku beşeke sereke ji Heşda Şeibî ye û rasterast ji aliyê Fermandarê Feyleqa Qudis ya supaya Pasdarên Îranê ve tê serperiştîkirin, xiste lîsta terorê û wek grûpeke terorist nasand.