Kurdistan HUDA PAR dê bibêje "Erê"!

HUDA PAR dê bibêje "Erê"!
Wêne: Aşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Doza Azad  Huda Par, ji bo referandûmê biryara xwe eşkere kir. Li gorî daxuyaniya ku îro li Diyarbekirê ji aliyê rêveberên Huda Par’ê ve hat ragihandin, dê ew wekî partî dengên xwe bi awayê erênî bi kar bînin û dê ji bo referandûma 16’ê Nîsanê bibêjin; ‘Erê’

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad; Zekeriya Yapicioglû, bi daxuyaniyeke çapemeniyê, biryara Huda Par’ê ji bo raya giştî ragihand. Yapicioglû diyar kir ku dê di referandûmê de dengê; ‘Erê’ bi kar bînin û li ser xalên makezagonê yên hatine guherandin, nêrînên xwe parve kirin. Li gorî Zekeriya Yapicioglû diyar kir, ew ne di wê baweriyê de ne ku di xalên hatine guherandin de şopên makezagona 1982’yan hebin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku hewcedarî bi guherîna temamî ya makezagonê heye û daxwaz û pêdiviya gel jî vê yekê nîşan dide.

Di daxuyaniya Huda Par’ê de hat amajekirin ku ew wekî partî her çiqas guherînan kêm û ne têr û tijî bibînin jî bi hêviya ku ev guherîn bibin gaveke ber bi makezagoneke sivîl, ew ê dengê xwe bi awayê erênî bi kar bînin.

Di meha Çile de, Parlementoya Tirkiyê bi 339 dengan yasaya bingehîn guhert û ev yek jî rê li ber referandûmê vekir. 18 xalên ku ji aliyê parlamenterên AKP û MHPê ve di parlamentoyê de hatin pejirandin, ji bo bibin zagon dê di meha Nîsane de jî biçe referandûmê.