MÎT aTirkiyê li Şengalê 4 endamên PKKyê girt û radestê Asayîşa Tirkiyeyê kir
K24- Hewlêr
Dezageha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎT li Şengalê 4 endamên PKKyê girt û radestê Asayîşa Tirkiyeyê kir.
Li gor ragihandina Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyeyê, MÎT li Şengalê dijî PKKyê operasyon kiriye. Di encama operasyonê de MÎT 4 endamên PKKyê girtine û birine Tirkiyeyê û radestê hêzên asayîşê kirine. Di derbarê mijarê de PKK heta niha ti daxûyanî nedaye.
Sala borî jî li Şengalê di encama bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyeyê de Endamê Desteya Rêvebir ê KCKyê Zekî Şengalî canê xwe ji dest dabû.