Agahdariya PDK ji bo raya giştî ya Kurdistanê

Roja 11ê Tîrmehê, raya giştî ya Kurdistanê bi balkêşî li hêviya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Encûmena Damêzrener a PDK li Enqere serîlêdan a damezrandina Partiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Roja 11ê Tîrmehê, raya giştî ya Kurdistanê bi balkêşî li hêviya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Encûmena Damêzrener a PDK li Enqere serîlêdan a damezrandina Partiyê kir.

Lê berpirsên Wezareta Navxweyî ya Tirkiye, heta wekî îro serîlêdan a PDK ne girtine dest. Ev kiryar a nedadwer ji alî Encûmena Damêzrener a PDK hate şermezarkirin. Di vê derbarê daxûyaniyek jib o raya giştî hate belavkirin. Kopyeyek daxûyaniyê ji K24 re hate rêkirin, ku ev naveroka daxûyaniyê ye:

 Agahdariya ji Encumena Damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Piştî hevgirtina 3 aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê, damezrênerên partiyê ji bo avakirina partiyeke zagonî biryar girtin ku, di 11ê tîrmeha 2017an bi daxwaznameya xwe û bi hemî pelikên(belge) huqûqî û rewa, serî li wezareta karên navxweyî bide.

 Heyeta damezrênerên partiyê di 11ê tîrmeha 2017an, di saet 10.30 an de seri li wezareta karên navxweyî da. Piştî prosedûra ewlekariya wazaretê ya li ber derî, me wek heyeta damezrêneran xwast ku em daxwaznameya xwe ya ji bo avakirina partiya zagonî bidin sekreterya wezaretê. Lê mixabin, sekreterya wezaretê daxwazname û pelikên ji bo serîlêdanê hatibûn amadekirin, bê hêncet wernegirt û em ji bo sibetirê vegerandin.

 Roja din (12.07.2017) me dîsa wek heyeta damezrêneran serî ji bo avakirina partiya xwe, li wezareta karên navxweyî da. Lê mixabin wezaretê bi heman şeklî daxwazanameya me bi avayekî keyfî wernegirt û bi gotina "di wezaretê de ti berpirsyar û erkdar nîne ku daxwaznameya we werbigre" em dîsa paşve vegerandin û daxwaznameya damezrandina partiya me hilnegirtin.

 Bila milletê me bizanibe ev biryara ku wezaretê girtiye, di dîroka Komara Tirkiyê de yekem care ku diqewime. Û bila bê zanîn ku wek Partiya Demokrata Kurdistanê li pêş vê rewşa bi kêyfî û ne qanûnî, emê hemî mafê xwe yên dadî û rewa heta dawiyê bikar bînin.

 Bi rêzî ji raya giştî re.

14.07.2017,ENQERE

 Heyeta Damezrênerên PDKê.