KCK: Dîlên MÎTê eşkere kirine Sakîne Cansiz ji aliyê MÎTê ve hat kuştin

Îro pêncemîn salvegera terorkirina damezirînera PKKê Sakîne Cansiz û 2 çalakvanên PKKê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e. Di salvegera terorokirina wan de Koma Civakên Kurdistanê KCK daxuyaniyek belav kir û da zanîn, dîlên MÎTê yên di destê wan de eşkere kirine ku Sakîne Cansiz ji aliyê MÎT a Tirkiyê ve hatiye kuştin û fermana kuştinê jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di salvegera pencemîn a kuştina damezirînera PKKê Sakîne Cansiz û 2 çalakvanên PKKê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, wan êrîşa Parîsê zelal kirine. Li gor daxuyaniya KCKê êrîşa Parîsê bi girtina 2 berpirsên MÎTê zelal bûye.

Di daxuyaniya KCKê de hat jî, dîlên MÎTê di derbarê kuştina Sakîne Cansizê de agahî dane wan û eşkere bûye ku êrîşa Parîsê ji aliyê MÎT a Tirkiyê ve hatiye kirin. Fermana kuştina Sakînê Cansizê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daye û Şewirmendê MÎTê Hakan Fîdan jî ew ferman cibicî kiriye.

KCK bang li Fransayê dike û dibêje, divê doza kuştina Sakîne Cansizê careke din were vekirin û Tirkiye were lêpirsînkirin. Hikûmeta Tirkiyê jî heta niha di derbarê van tohmetan de û berpirsên MÎTê yên di destê PKKê de dîl in bêdengî hilbijartiye.

Wekî îro beriya 5 salan damezirînera PKKê Sakîne Cansiz û çalakvanên PKKê Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Paytexta Fransayê Parîsê li Nivîsingeha Ragihandina Kurdistanê hatibûn terorkirin. Kujerên wan Omer Gûney jî hatibû girtin, lê berî dadgehkirina wî bi 36 rojan li girtîgehê miribû.

Piştre dengên tomarkirî yên civîneke Omer Gûney û berpirsên MÎTê belav bûn. Li gor dengên tomarkirî wan di wê civînê de pilan dikirin ku berpirsên PKKê çawa bikujin. 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/38cda341-5368-491f-8f67-d0321fa635e6/010918ACJ.ism/manifest