“Hêza sînorparêz pilanên Tirkiyê pûç dike”

Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” ragihand, yek ji erkên hêza sînorparêz ya ku Amerîka dixwaze li ser sînorê Sûriyê pêk bîne, parastina Sûriyê li hember planên Tirkiyê ên perçekirina Sûriyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” ragihand, yek ji erkên hêza sînorparêz ya ku Amerîka dixwaze li ser sînorê Sûriyê pêk bîne, parastina Sûriyê li hember planên Tirkiyê ên perçekirina Sûriyê ye.

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji ajansa “Novosti” a Rûsî re ragihand, erkê wê hêza bi navê parastina sînor ji parastina sînorê Sûriyê û parastina welatiyên Sûriyê yên ji ber şer direvin û rûbirûbûna rêxistinên terorê yên sûdê ji rewşa ne cîgir a di navbera sînorê Sûriyê û Tirkiyê de dibînin ji bo êrîşa Rojavayê Kurdistanê bikin.

Herwiha dibêje: “Ew hêz ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din yên navçê pêk tê, dê gerentiya rêgiriyê li planên Tirkiyê yên perçekirin û dabeşkirina Sûriyê bigire.”

Ji aliyê xwe ve, Şamê ev gavên avakirina hêza sînorparêz ya ser bi Hêzên Sûriyeya Deemokratîk (HSD) ve bi destdirêjiyeke zelal û rasterast li ser serwerî û yekperçeya welatên xwe binav kir.

Tirkiye jî ji Sûriyê nîgerantir e û dest bi tevgereke leşkerî li dijî Efrînê kiriye û di dawî daxuyaniyên girêdayî bi Efrînê Serokomarê Tirkiyê ragihand, di demeke kurt navçê kontrol dikin.