Wezîrê derve yê Hungaria ji K24re: Em pabendî alîkariya şerê dijî terorê ne

Di perawêza civîna NATO li Brukselê, Wezîrê Derve yê Hungaria, Pîter Sijîrator ji Kurdistan24 re , pabendbûna welatê xwe ji şerê li dijî terorê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Di perawêza civîna NATO li Brukselê, Wezîrê Derve yê Hungaria, Pîter Sijîrator ji Kurdistan24 re , pabendbûna welatê xwe ji şerê li dijî terorê û alîkarîkirin a Hêzên Xwecihî ku şerê li dijî DAÎŞê dikin, tekez kir.

Got jî, wek aliyek dê pabendî rûbirûbûn a terorê bibin û di heman demê de dê alîkariya vegera awareyan bikin.

Hungaria yek ji wan welatan e, ku alîkariya Hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir. Herweha beriya demekê şandek ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bi fermî seredana welatê Hungaria kiribû û ligel Wezareta Bergirî û birêvebiriya wî welatî kom bû bû.

 

C.B