Wezîrekî Îsraîlê gefa kuştina Beşar Esed dixwe

Wezîrekî Îsraîlî gefa kuştinê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dixwe, heger rê bide Îran ji nava xaka Sûriyê êrîşî Îsraîlê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrekî Îsraîlî gefa kuştinê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dixwe, heger rê bide Îran ji nava xaka Sûriyê êrîşî Îsraîlê bike.

Wezîrê Anerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz ku ji Serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu nêzîk e ji rojnameya “Yedioth Ahronoth” re got: “Heger Esed rê bide Îranê yan her aliyekî din ku ji nava xaka Sûriyê êrîşî Îsraîlê bike, ew bixwe di ber jiyana xwe dibe berpirsyar.”

Yuval Steinitz got jî: “Nabe Esed bi awayekî rê bide şer ji nava welatê wî de li dijî Îsraîlê bê kirin, heger ev yek hate kirin, dê jiyana wî di metirsiyê de be.”

Yuval Steinitz tekezî li ser wê yekê kir, ew rê nadin hebûneke Îranî ya leşkerî li nêzîkî sînorê Îsraîlê hebe, divê Îran û Esed têbigihin vê yekê, heger na, dê rûbirûyî metirsiyên mezin bibin.

Ev daxuyaniya Yuval Steinitz ji piştî wê yekê tê, berî demekê hatibû ragihandin ku Îsraîlê êrîşî li ser binkeya T4 ya Sûrî kiribû, di encamê de 7 pasdarên Îranî hatibûn kuştin.

Piştî kuştina 7 pasdarên Îranî jî Iranê ragihandibû ku ev kiryara Îsraîl bêbersiv namîne.

 

S. B