Riyên di navbera Dihok û Hewlêrê de li gel Mûsilê hatin girtin

Hêzên Pêşmerge riyên serekî di navbera Hewlêr - Mûsil û Dihok - Mûsil bi awayekî demkî girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Pêncşemê 12/10/2017 herdu riyên serekî Dihok-Mûsil û Hewlêr-Mûsil hatin girtin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "biryara girtina wan riyan bi sedema nakokiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ye, lewra hêzên Pêşmerge riyên serekî di navbera Hewlêr - Mûsil û Dihok - Mûsil bi awayekî demkî girtin.

Ev pêngava hêzên Pêşmerge piştî hişyariya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistan hat, ku behsa amadekariyên êrîşeke mezin ji aliyê hêzên Iraqî ve kiriye, ku pilan heye hêzên Iraqî êrîşî Kerkûk û bakurê parêzgeha Neynewa bike.