Li Washingtonê konferansa taybet bi jenosida Kurd û Helebçe bi rê ve diçe

Bi boneya 30emîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebçe û operasyona jenosida Kurdistanê, li Washingtonê konferansa taybet bi jenosida Kurd û Helebçe roja Sêşemê 13ê Adarê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konferans roja Sêşemê 13ê Adara 2018an ji aliyê nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka û bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê bi rê ve diçe.

Biryar e di wê konferansê de çendîn berpirs, lêkolîner, congressman û nivîskarên Amerîkî beşdar bin, li ser astê Wezarta Derve ya Amerîka jî Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkî bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek be.

Konferans li hola Newseum ku navend û mûzexaneyeke girîng a rojnamevanî li Washingtonê ye bi rê ve diçe û Kurdistan24 bi awayekî zindî romala wê konferansê dike.