Generalekî Îranî li Sûriyê hat kuştin

Fermandarê Îranî û rahênerê mûşkên Tow general Şahrox Dayî Por li bajarê Bokemal a rojhilatê Sûriyê hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Îranî û rahênerê mûşkên Tow general Şahrox Dayî Por li bajarê Bokemal a rojhilatê Sûriyê hat kuştin.

Ajansa “Fars” a Îranî belav kir, Fermandarê Îranî û rahênerê mûşkên Tow general Şahrox Dayî Por duh li bajarokê Bokemal ê nêzîkî sînorê Iraqê di erîşekê de hate kuştin.

Hat ragihandin, general Şahrox Dayî Por di salên bûrî de rahêner û serperiştiya çekdarên mîlîşyaya Hizbulah a Libnanî dikir û di êrîşa Îsraîlê ya roja Înê 22 Hezîranê de hatiye kuştin.

Berî çend rojan hejmarek ji çekdarên mîlîşyayên Îranî, efxanî yên bi rêjîma Sûriyê re şer dikin di encama hin êrîşan de hatin kuştin, hat gotin ew êrîş ji aliyê firokeyên Îsraîlê ve hatibûn kirin.

 

S. B