Grûpeke çekdar baca 4 hezar Dolar li xortên Efrînê disepîne

Grûpa Emşat baca 4 hezar Dolar li ser welatiyên Efrînê yên di serdema Rêveberiya Xweser de “Leşkeriya neçar” kirine disepîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpa Emşat baca 4 hezar Dolar li ser welatiyên Efrînê yên di serdema Rêveberiya Xweser de “Leşkeriya neçar” kirine disepîne.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, grûpa Emşat bi serkirdatiya Ebû Emşe xortên navçeyên Mabeta û Şiyê yên leşkeriya neçar kirine kom kirin û li her yekî ji wan baca 4 hezar Dolar spandin, heger nedin jî dê wan bixin zîndanê.

Wê navendê diyar kiriye jî, ew xortên ku leşkeriya naçar kirine berê bêhtirî carekê hatine girtin û lêkolîn bi wan re hetine kirin û ta niha çarenivîsa zêdetir ji 300 xortên Efrînê yên leşkeriya neçar kirine û xwe radestî Tirkiyê kirine ne diyar e.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpa Ebû Emşe gelek tawanan bi mafê xelkê Efrînê kirine û wê grûpê jî di 11 Hezîrana 2018an de Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê di eşkenceyê de kuştibû.

Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ve, ji bi hezaran xort û keçên Kurdan bi buhaneyên cuda tên girtin û eşkencekirin, ew jî tenê ji bo standina pereyan ji malbatên wan.

 

S. B