Şanda ENKS li Riyadê li gel berpirsên Siûdî dicive

Behsa kongirê Riyad 2 hat kirin, aliyê Siûdî tekezî li ser giringiya beşdariya ENKSê di wî kongirî de kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro şanda Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS, ku ji serokê Encûmenê Ibrahîm Biro, serokê ofîsa pêwendiyên derve Kamîran Haco û endamê desteya siyasî ya Îtîlafa opozisyona Sûriyê He was Seidûn pêk tê, li Riyada paytexta Siûdiyê, li avahiya wezareta derve ya wî welatî, li gel berpirsên Siûdiyê civiya.

Serokê ENKSê Ibrahîm Biro ji K24ê re ragihand, di civînê de, wezîrê bi wekalet Seîd Osman Siwê`id, berpirsê dosya Sûriyê di wezaretê de Ehmed El-Şêx û hejmarek ji berpirsên din yên Siûdî amade bûn, û têde pirsa Sûriyê bigiştî û ya Kurdî bi taybetî hat behskirin.

Herweha behsa kongirê Riyad2 hat kirin û li ser vê yekê aliyê Siûdî tekezî li ser giringiya ENKSê û rola wê ya niştimanî û herêmî kir, diyar kir ku pêwîste ENKS di wî kongirî de beşdar be.

Ji aliyê xwe ve şanda ENKS jî tekezî li ser rola giring ya şahnişîna Siûdiyê di pirsa Sûriyê de û li navçeyê bi temamî kir, û balkişand ser pêwîstiya bihêzkirina pêwendiyan di navbera herdu aliyan de û li ser vê yekê herdu aliyan li hev kirin.

Şanda ENKS bi vexwendineke fermî ji wezareta derve ya Siûdiyê, duh serdana Riyadê kir.