HDP: Sîstema nû ya Tirkiyê pirsgirêkan çare nake û faşîzm wê berdewam bike

Perwîn Buldan: Sîstema nû ya Tirkiyê nikare ti pirsgiran çare bike û sîstema faşîzmê bi hemû sazî û kiryarên xwe wê berdewam bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan ragihand, sîstema nû ya Tirkiyê nikare ti pirsgiran çare bike û sîstema faşîzmê bi hemû sazî û kiryarên xwe wê berdewam bike.

Encûmena Jinan a HDPê, ji bo gotûbêjkirina encamên hilbijartinan civînek lidar xist. Di wê civînê de Perwîn Buldan diyar kir, ku di hilbijartinan de, jinan roleke mezin lîstine û ew bizavan dikin di rêveberiyê de jin nîvê postan werbigirin.

Buldan got: Îro Tirkiya derbasî sîstema nû dibe û dikeve demeke dijwarti. Lê ev derbasbûn nikare ti kêşeyeke Tirkiyê çare bike, berûvajî wê yekê, wê alozî û girêk zêdetir bibin, divê di zûtirîn dem de, ev sîstema nû bidawî bê.

Navhatî got jî: Bihezaran kesên bêguneh ji kar hatine dûrxistin, binçavkirina xwendekarên zanîngihê berdewam dike û hemû kiryarên dawî nîşan didin ku, faşîzim wê berdewam bike.

N.O