Barzanî û Elawî pêşeroja pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin

Cîgirê serokê Iraqê Eyad Elawî û şandeke Îtîlafa Niştimanî ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kirin û di civînekê de li gel serokê Herêma Kurdistanê pêşeroja pêwendiyên herdu aliyan gotûbj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Iraqê Eyad Elawî û şandeke Îtîlafa Niştimanî ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kirin û di civînekê de li gel serokê Herêma Kurdistanê pêşeroja pêwendiyên herdu aliyan gotûbj kirin.

Her di wê civînê de, rewşa siyasî û emnî li navçeyê û şerê li dijî terorê û dilgiraniya beramberî pêşeroja Mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê hatin behskirin.

Herweha di civînê de pirsa referandûmê hat gotûbêjkirin û herdu aliyan nerînên xwe li ser pêşeroja pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dan xuyakirin.