Kurdistan Li Qamişlo dîdara rewşanbîran birêve çû

 

K24 – Qamişlo

Li jêr ala rêjîma Sûriyê, Dîdara Rewşenbîran ya Hevpeyvînê, li bajarê Qamislo bi rêve çû. Serpereştên vê çalakiyê tekez dikin ku, mebesta wan gengeşekirina aloziya Sûriyê ye, nemaze parastina yekîtiya ax û aştiya deverê. 

Beşdarên girêdayî Partiya Beis, bi hêz doza piştgiriya rêjîma Sûriyê dikin. Ji aliyê xew ve rewşenbîrên Kurd ên beşdar didin zanîn ku armanca wan ji vê dîdarê, dîtina çareyeke guncav ji krîza Sûriyê re ye,
lê hin alî hewl didin ku vê yekê, bikin piştgiriyek ji rêjîma Sûriyê re. 

Komîta ku ev dîdar lidar xistIiye, di kongira Cizirê ya Niştimanî de, hatibû damezrandin, bi armanca ditina nerînên hevbeş, ji bo careseriya kirîza Sûriyê. 

Tê zanên ku ev destpêşxêrî, ji aliyê Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, di sala bûrî de hate pêşinyarkirin.