Kurdistan Ji HDPê pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî û pêşniyarpirsa qedexeyan

Ji HDPê pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî û pêşniyarpirsa qedexeyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û cejn pîroz kir. Parlamentera HDPê Feleknas Uca jî derbarê qedexeya li ser zimîn û girtina dam û dezgehên Kurdî de pêşniyarpirsek da parlamentoyê.

15ê Gulanê her sal wek roja Cejna Zimanê Kurdî tê pêşwazîkirin. Partiya Demokratîk a Gelan HDPê bi minasebeta rojê daxuyeniyeke nivîskî belav kir û cejn pîroz kir. HDPê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser dîrokbûyîna rojê û qedexeyên li ser zimanê Kurdî.  Di daxuyaniyê de daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hate kirin û ji bo vê yekê jî hat xwestin ku xala 42emîn ya Destûrê bê guhertin û astengiyên li ber perwerdeya zimanê Kurdî jî bên rakirin. HDPê got; Tirkiye li gorî wan peymanên navneteweyî yên ku bixwe jî îmze kiriye tevnagere û mafê perwerdehiya zimanê dayikê li Tirkiyê hatiye misogerkirin.

Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Feleknas Uca jî di heman çarçoveyê de sedema nenasî, qedexe û girtina kovar û rojnameyên Kurdî bi navbeykariya pêşniyarpirsekê anî rojeva parlamentoya Tirkiyê. Uca bi mebesta bersivdayîna Wezîrê Çand û Geştyariyê Nabî Avci pêşniyarpirsek da meclîsê û têde destnîşan kir ku ev 94 sal e li ser zimanê Kurdî bişavtineke sîstematîk pêk tê û Kurd hê jî di welatê xwe de nikarin zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe perwerde bibin.

Li Tirkiyê piştî ragihandina Rewşa Awarte bi Biryarnameyên Hikmê Yaseyî de gelek dem û dezgehên Kurdî, kar û bizavên rojname, kovar, TVê, malper saziyên jinan, Enstîtuya Kurdî û qursên zimanê Kurdî hatibûn girtin.