YNKê daxwaza “Hevbeşiya rasteqîne” li PDKê dike

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer radigihîne, YNKê daxwaz dike di zûtirîn dem de Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê û YNKê daxwaza hevbeşiya rasteqîne dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer radigihîne, YNKê daxwaz dike di zûtirîn dem de Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê û YNKê daxwaza hevbeşiya rasteqîne dike.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro civiya û piştî civînê Peyvdarê YNKê di konferanseke rojnamevanî re ragihand, YNKê daxwaza hevbeşiya rasteqîne di hikûmetê de dike.

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer got: “Heger PDK rijd be ku YNKê beşdarî hikûmeta nû bibe, divê di hemû biryarên hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevbeş bin di biryarên siyasî, biryarên Serokatiya Herêmêm Serokatiya Parlemanto û Serokatiya Hikûmetê, dosyeya ewlehî, aborî û darayî de.”

Derbarê cudahiyên di navbera YNK û PDKê de Peyvdarê YNKê got: “Em dixwazin sîstema nenavendiya îdarî biçespe û dixwazin sîstema bêpaşkeftiya mûçeyan berdewam be.”

Amaje bi wê jî da, şanda YNKê civîna dahatî ya bi PDKê re destnîşan kiriye.

 

S. B