Ev şev 24 Kurd ên Êzdî yên revandî ji Baxozê ve dê vegerrin Herêm a Kurdistanê

Piştî rizgarkirin a bajarok a Baxozê ji destê çekdar ên teroristî yên rêkxistî ya Daişê, hijmarek a Kurd ên Êzdî yên revandî, hatin rizgarkirin. Ev şev jî 24 jin û zaro yên Kurd ên Êzdî yên revandî ji alîyê Daişê ve ji Baxozê ve dê vegerrin Herêm a Kurdistanê.

K24- Şengal

Li ser evê yekê , Husên Qayîdî, rêveber ê nivîsîngeh a  rizgarkirin a Êzdî yên revandî li Duhokê bi Kurdistan 24ê ragehand, heya niha 3451 Kurd ên Êzdî hatîne rizgarkirin û nêzîkî 300 kesan ji wan ji Baxozê hatîne rizgarkirin.

Rêveber ê nivîsîngeh a rizgarkirin a Êzdîyan dibêje: Çarenivîs a 2900 Kurd ên Êzdî yên din nexuyaye.