Goran û Komela Îslamî pirsa referandûmê goftûgo dikin

Şandeke bilind a Tevgera Goranê û şandeke Komela Îslamî li baregeha sereke ya Goranê li Silêmaniyê bo guftûgokirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê di civînê de ne.

K24 – Silêmanî

Şandeke bilind a Tevgera Goranê û şandeke Komela Îslamî li baregeha sereke ya Goranê li Silêmaniyê bo guftûgokirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê di civînê de ne.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, di civînê de Tevgera Goranê û Komela Îslamî guftûgo li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û krîza darayî dikin.

Şanda Komela Îslamî ji Emîrê Komelê Elî Bapîr û endamên Encûmena Siyasî Mihemed Hekîm, Enwer Sengawî, Rêbwar Hemed û Mihemed Bamokî pêk tê. Şanda Tevgera Goranê jî ji Omer Seyid Elî, Osman Hacî Mehmûd, Şoreş Hacî, Mihemed Tewfîq Rehîm, Celal Cewher û Aso Mehmûd pêk tê.

Ev civîn di demekê de ye, ku 8 vê mehê Encûmena Bilind a Referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend şandan ve civiya û çend şand bo guftûgo ligel welatên cîhanê, welatên herêmê û Bexdayê bikin pêk hat, şandeke din jî bo guftûgo ligel Tevgera Goranê û Komela Îslamî bikin, ku heta niha Goran û Komelê ve nûnerên xwe bo Encûmena Bilind a Referandûmê diyar nekirin.