PAK û PSK dixwazin bibin alternatîf

Li Bakurê Kurdistanê PAK û PSK dê bi "Tifaqa Welatperwer û Demokrat" li hin bajarên Bakûrê Kurdistanê namzedên serbixwe nîşan bidin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, hawirdora Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî gerim dibe. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dê bi "Tifaqa Welatperwer û Demokrat" li hin bajarên Bakûrê Kurdistanê namzedên serbixwe nîşan bidin. Serokên partiyên PAK û PSK dibêjin; em ê li dijî siyaseta tayînkirina qeyûman û xendekan bibin bereyeke alternatîf.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê partiyên xebatên Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî bê navber dewam dikin. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) "Tifaqa Welatperwer û Demokrat" ava kir û dê li bajarên wekî Diyarbekir, Êlih, Mêrdîn û hin navçeyan, bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin. Li gorî agahiyên ku ji rêveberên partiyên navborî hatine girtin; dê hin namzedên wan ji derveyê partiyên wan bin û dê heta 10'ê Sibatê navên namzedan aşkera bikin. Li gorî nirxandina Serokê Giştî yê PAK'ê Mustefa Ozçelîk; dê tifaqa wan bibe alternatîf. Ozçelîk dixwaze ku li Bakurê Kurdistanê hişmendî û siyaseta neteweyî ya Kurdistanî were pêşxistin.

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustefa Ozçelîk ji K24ê re got: "Em ê ji gelê xwe re bibêjin ji şer re na; ji çareseriya siyasî re erê. Em ê ji gelê xwe re bêjin ew siyaseta xendek û barîkatan rê ji AKP'ê û Dewleta Tirk re jî xweş kir. Em ê qala welatê xwe û miletê xwe bikin. Em ê qala bajarên xwe bikin ku çawa bi awayekî zelal em ê xizmeta gelê xwe bikin."

Li gorî nirxandina Rêveberên PAK û PSK'ê mesele ne tenê bidestxistina şaredariyan e; mesele zêdebûna hişmendiya niştîmanî ye. PAK û PSK dixwazin li potansiyela neteweyî xwedî derkevin û bi destê şaredariyên ku bi dest bixin, giraniyê bidin pêşvebirina çand û Zimanê Kurdî. Li gorî daxuyaniyên Serokê Giştî yê PSK'ê Mesûd Tek; bi tunehesibandin û tundiyê, Pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Tek amaje dike ku ew ê bi bername û projeyên şarevaniyê nîşan bidin ku rêveberiyên herêmî dikarin çawa xizmeta çareserkirina Pirsgirêka Kurd bikin.

Serokê Giştî Yê PSKê Mesûd Tek ji K24ê re got: "Em bedîlê sîstemê ne, em bedîlê siyaseta xelet a Kurdîstanê ne. Em qeyûman jî qebûl nakin; siyaseta xendekan jî qebûl nakin. Em dixwazin bibin xeta sêyemîn û ji bo Kurdistana Bakûr bibin dengekî welatperwer û demokrat."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî ji bo Hilbijartina 31'ê Adarê, 4 tifaq ava kirine. Rêveberên PAK û PSK amaje dikin ku ev tifaqên hatine avakirin, ji bo mafên Kurdan ên niştimanî tiştekê nakin lê ew ê bi "Tifaqa Welatperwer û Demokrat" bibin alternatîf û ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurdan têbikoşin. PAK û PSK bi piştgirîkirina namzedên serbixwe cara yekemîn e ku tevlî hilbijartinan dibin lê rêveberên herdu partiyan dibêjin; tevî kêmderfetiyê dê bangeşiyeke xurt bimeşînin û dê li çend bajaran dengên zêde bigirin.