Tirkiye: Amerîka naxwaze têbigihe operasyona Efrînê

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva daxuyaniya Wezareta Amerîka dide û dibêje, Washington naxwaze têbigihe operasyona wan a li dijî Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva daxuyaniya Wezareta Amerîka dide û dibêje, Washington naxwaze têbigihe operasyona wan a li dijî Efrînê.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hami Aksoy ragihand, Wahington hîna tênegihîştiye operasyona wan a li dijî Efrînê û naxwaze jî têbigihe. Operasyona wan ji bo rizgarkirina sivîlên Efrînê ji zordariya rêxistina terorê bû.

Li ser gotina Amerîka ku operasyona li dijî Efrînê bandor li şerê li dijî DAIŞê kiriye û girîngiya ji bo wî şerî jî bi aliyekî din ve biriye, Hami Aksoy got, ew bêbingeh in.

Duhî, Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, li gor raportên di 48 demjimêrên dawî de hatine, piraniya xelkê Efrînê ku Kurd in di bin gefa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de neçar bûne koçber bibin û malên xwe bicih bihêlin û ev yek hiştiye rewşa mirovî gelekî xirab bibe.

Got jî: “Washington gelekî ji wan raportên ku behsa talanê li nava bajarê Efrînê dikin, nîgeran e.”

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji hemû aliyan kir, ku xema wan ya yekem gefa mezin be, ya ku DAIŞê dirust kiriye.

Herwiha daxwaz ji Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê ku rê bidin rêxistinên xêrxwaziyê û asankariyê jê re bikin, ji bo gihandina hevkariyan ji bo kesên ji mal û milkên xwe koçber bûne û herwiha rê jî ji kesên ku dixwazin vegerin malên re xweş bikin.

 

S. B