PDK û Goran pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin

Îro şanda danûstsndkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şanda danûstsndkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li Hewlêrê dicivin.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro şandeke Tevgera Goranê serdana Hewlêrê bike û ji bo pêkaniya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel PDKê bicive.

Ev civîn piştî wê tê, roja 15ê vê mehê şandeke PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Silêmaniyê kir û ligel Tevgera Goranê civiyabû.

Li gor daxuyaniya hevbeş a her du aliyan, du komîte ji bo yekxistina nerînên Tevgera Goranê û PDKê li ser karnameya hikûmeta nû durist dikin.

Her di çarçova hewlên bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, duhî şanda PDK û YNKê li Silêmaniyê civiyabûn.

 

S. B