Adil Ebdilmehdî û Trump dicivin

Perlemanterê Iraqê Casim Muhan eşkere kir, ku di çend rojên dahatî de, wê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî serdana Amerîka bike û li gel serokê wî welatî Donald Trump bicive.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Perlemanterê Iraqê Casim Muhan eşkere kir, ku di çend rojên dahatî de, wê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî serdana Amerîka bike û li gel serokê wî welatî Donald Trump bicive.

Casim Muhan diyar kir, ku biryar e Ebdilmehdî û Trump, behsa sizayên Amerîkî li ser Îranê bikin û serokwezîrê Iraqê wê bizavan bike, ku Iraq ji bin bandora wan sizayan derxîne û Trump razî bike, ku Bexda pêwendiyên xwe yên bazirganî di warê xaz û petrolê de bi Taranê re berdewam bike.

Îdara Amerîkî di 5ê vê mehê de, qunaxa diwem ya sizayan li ser Îranê sepand û moleta 45 rojan da Iraqê, daku li şûna Îranê xazê ji welatekî din bikirre, heger ew molet bidawî bê, nema çêdibe Bexda xazê ji Taranê bikirre.

N.O