Şerê Hewêceyê dest pê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro berbangê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê operasyona kontrolkirina Hewêce ya li başûrê Kerkûkê dest pê kir.

Heyder Ebadî aşkere kir, ev qonaxa yekem ya operasyona kontrolkirina Hewêce ye, niha hêzên Iraqê ji çend bereyan ve şer li dijî DAIŞê dikin û bi serkeftina yekcarî û bidawîanîna DAIŞê nêzîk bûne.

Berî 2 du rojan, operasyona kontrolkirina navçeyên rojavayê Enbarê jî dest pê kiribû.

Ber jêderên leşkerî yên Iraqî aşkere kiribûn, di şerê kontrolkirina Hewêce de 48 leşkerên Iraqî beşdar dibin û piraniya wan ji polîsa federalî dibin.