Kurdistan Li Dêrikê endamekî PYKSê hat binçavkirin

Li Dêrikê endamekî PYKSê hat binçavkirin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava serkideyekî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) li bajarê Dêrikê binçav dike û berve cihekî ne diyar ve dibin.

Hat ragihandin, Asayişa Rojava şeva borî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê endamê Komîta Herêmê yê PYKSê Sibxet Mihî Ebû Celal li ser riya gundê Tiqil Biqil ya li navçeya Koçeran binçav kir û berve cihekî ne diyar ve birin.

Demek e endam û serkirdeyên partiyên di nava Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ji aliyê asayişê ve li Rojavayê Kurdistanê têne girtin û zîndanîkirin. tevî serbest berdana çend kesan, heta niha hejmareke mezin hîn di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî mane.