FP: Trump yekem Serok e, ku Tirkiye baş naskiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara bibandor û navdar a Amerikayê Foreign Policy, Trump wekî yekem Serokê Amerîka yê ku Tirkiye naskiriye, binav dike.
Di gotara pisporê Tirkiye û Rojhilata Navîn Steven A. Cook de, pêwendiyên Amerika û Tirkiye yên îroyîn tên nirxandin û Tirkiye ne wekî hevpeyman û hevkar tê destnîşan kirin.
Ligor Cook aloziyên di navbeyna Waşington û Enqere bi salan liser hevûdu kom bûn û ev encama di van rojan de rûdayî, berhemên wan hemû pirsgîrêkan e.
Serokên berê yên Amerika çavên xwe liber helwêstên nerast ên Tirkiye girtin e û Tirkiye bûye xwedî baweriyek, ku ço bike jê re dimîn e! Trumo yekem Serok e, ku ev destê xwe daniye ser pirsgîrêkan û bala Tirkiye kişandiye.
Ligor Cook niha dijminên hevbeş ên Amerika û Tirkiye neman e. Tirkiye hevkarî ligel Islamiyên ekstremist, Îran û Rûsya de dike. Hevkariya de dem şerê sar de di navbeyna Enqere û Waşington de nema ye. Herweha Tirkiye nirxên NATO bicîh nayîn e.
Cook diyar dike ku, di çarçoveya pêwendiyên îroyîn de, tu pêşerojek ronahî lipêş Enqere û Waşington xuya nake.
C.B