Emmar Hekîm: Hevpeymaniya di nav Sedir û Amirî de taifî ye

Serokê Şepêla Hikme Emmar Hekîm, êrîşî hevpeymaniya di nav Muqteda Sedir û Hadî Amirî de kir û ew bi hevpeymaniyeke ''Taifî'' binav kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Şepêla Hikme Emmar Hekîm, êrîşî hevpeymaniya di nav Muqteda Sedir û Hadî Amirî de kir û ew bi hevpeymaniyeke ''Taifî'' binav kir.

Li gorî nûçeyeke rojnameya "El-Şerq El-Ewset"ya Siûdî, Emmar Hekîm tevlî hevpeymaniya Sedir û Amirî nabe û dixwaze li şûna wê hevpeymaniyê, Hikûmeta dahatî ya Iraqê "Teknokrat be neku taifî be".

Hekîm derbarê rêketina Sedir û Amirî got: "Ew şaştî ye, ku em vegerin hevkêşeya kevin û li bendî encamên baştir bin. Hevpeymaniya taifî nikare Hikûmeteke niştimanî pêk bîne ku li gorî hêviya xelkê be".

Endamê Şepêla Hikme Mihemed Cemîl Miyahî, derbarê daxuyaniyên Emmar Hekîm, ji rojnameya navhatî re got: "Mebesta Hekîm ji Hikûmeta niştimanî ew e, ku Hikûmetek ji hemû pêkhateyên Iraqê, ji Şî'e, Sune û Kurdan were pêkanîn".

Pênc hêzên şî'e li Iraqê kar ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê dikin, heya niha jî tenê Sedir û Amirî lihev kirine.

N.O