Bi dehan barhilgirên sotemenyê ji navçeyên HSDyê derbazî navçeyên hikumeta Sûryê bûn

Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku bi dehan barhilgirên sotemenyê ji navçeyên HSDyê derbasî navçeyên hikumeta Sûryê bûne.

K24- Hewlêr

Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku bi dehan barhilgirên sotemenyê ji navçeyên HSDyê derbasî  navçeyên hikumeta Sûryê bûne.

Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku şeva bûrî bi dehan barhilgirên sotemenyê derbasî navçeyên hikumeta Sûryê bûn û  ji navçeyên di destê HSDyê de derketin. Li gor ku hatîye belavkirin rêjeya hatî şandin nabe 10 % ji wizeya parzûngeha neftê ya Himis û Banyasê ku duhî Duşembîyê ewa Banyasê dest bi karbû.

Li gor Riwangehê derbasbûna wan  barhilgran piştî rawestandina veguhezitna nefta Îranê û Cezayîrê bo Sûryê hat, ku ev serê çend heftîyane navçeyên di destê hikumetê de; rastî kirîza nebûna benzînê hatîne.