Ji bo Efrînê lêpirsên bi 2 parlamenterên HDPê re hat vekirin

Ji ber rexnekirina operasyona Efrînê lêpirsîn derbarê 2 parlamenterên HDPê de hat vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber rexnekirina operasyona Efrînê lêpirsîn derbarê 2 parlamenterên HDPê de hat vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê parvekirinên torên civakî yên Peyvdarê HDPê Ahyan Bîlgen û parlamenterê HDPê Nadîr Yildirim de, dest bi lêpirsînê kir.

Hat diyarkirin, her du parlamenteran ser twîtterê, rexneyên tund li operasyona Artêşa Tirk ya ser Efrînê kirine.

Ayhan Bîlgen dibêje, desthilata Tirkiyê bi xwînê li ser piyan dimîne û dijbereya Tirkiyê jî bûye piştevanê wan.

Sererkaniya Tirkiye duh bi daxuyaniyekê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand.  Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, operasyona li dijî Efrînê dê li ser 4 qonaxan be û dê herêmek tampon bi kûrahiya 30 K.M ava bikin.