Parlementerên HDP'ê li 5 bajaran dest bi greva birçîbûnê kir

Parlementerên HDP'ê digel hevgirtiyên HDP'ê ji bo piştgiriya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Parlementerên HDP'ê digel hevgirtiyên HDP'ê ji bo piştgiriya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya birçîbûnê li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir û dê 2 rojan dewam bike. Parlementerên HDP'ê amaje kir ku zext û pêkutiyên Hikûmeta Tirkiyeyê li ser HDP'ê û civaka sivîl zêde bûne û heta daxwazên Leyla Guven ên di derbarê şert û mercên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de neyên qebûlkirin, dê çalakiyên wan ên bi vî rengî dewam bikin.

Ji bo piştgiriya çalakiya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlementer û rêveberên HDP, DBP, KCD, TJA û Meya Der'ê dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî bi awayekî hevdem; li Diyarbekir, Riha, Wan, Colemêrg û Edeneyê dest pê kir û dê çalakî 2 rojan dewam bike. Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Dersîm Dag dibêje; ji bo vê çalakiya wan jî astengiyên hêzên ewlehiyê li hember wan hene lê tevî hemû astengiyan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Dersîm Dag ji K24ê re got: "Daxwaza Leyla Guven, daxwaza hemû Gelê Kurd e. Heta daxwaza Leyla Guven bi cih were û heta ku em tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bişikînin, dê çalakiyên me bidomin. Dibe ku cureyên çalakiyên me biguherin lê dê çalakî bidomin."

Li Diyarbekirê 15, li bajarên din jî deh bi deh; bi giştî 55 kesan dest bi grevê kir. Çalakvanên ku dest bi grevê kir amaje dikin ku hem şert û mercên li ser Îmraliyê hem jî zextên li ser civakê pirsgirêkên civaka Kurd in û dê ji bo başkirina van şert û mercan çalakiyên wan ên cuda dewam bikin. Cîgirê Hevserokê HDP'a Diyarbekirê Saîd Demîr jî amaje kir ku nirxê Leyla Guven, di nav xelkê Kurd de zêde ye lê ji ber zextên li ser civakê; xelk nikare zêde bertekê nîşan bide.

Cîgirê Hevserokê HDP'a Diyarbekirê Saîd Demîr dibêje: "Hevaleke me ya pîroz e, em wê silav dikin. Hêrsa gelê me jî ji bo vê yekê heye bes mixabin zext û zordarî hene. Derdora me dorpêçkirî ye, nahêlin em 3 metreyan ji saziyên xwe derkevin. Ev, çavtirsandin e. Em hêvî dikin ku ew ê ev zext rabin."

Leyla Guven ji 31'ê Çileya 2018'an ve ji ber daxuyanî û parvekirinên ji bo Efrînê li Girtîgeha Tîpa E ya Diyarbekirê zindanî ye. Ji ber ku Leyla Guven di rûniştina doza xwe ya di 7'ê Mijdara 2018'an de  hanîna bi kelepçeyê red kiribû; bi rêya deng û dîmen tevlî doza xwe bûbû û di wê rûniştinê de ragihandibû ku wê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye. Leyla Guven di îdianameyê de bi 3 tawanan tê darizandin û ji bo wê ji 17 salan heta 31 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.