Amerîka: Iraqê ji me nexwestiye em navberkariyê di nav Hewlêr û Bexdayê de bikin

Heather Nauert: Emê berdewam bizavan bikin daku Bexda û Hewlêr dest bi gotûbêjan bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di kongirekî rojnamevanî de, bersiva pirseke Kurdistan24ê da û eşkere kir ku ewê berdewam bizavan bikin ku Bexda û Hewlêr gotûbêjan bikin ji bo kêşeyên di navbera xwe de bi awayekê aştyane care bikin û got: Heya niha hikûmeta Iraqê daxwaza ji Amerîka nekiriye, ku di nav Hewlêr û Bexdayê de navberkariyê bike.