Serok Barzanî bersiva bangewaziya Qaymeqamê Mûsilê dide

Serok Barzanî bersîva bangewaziya Qaymeqamê Mûsilê dide û dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo alîkariya xelkê Mûsilê yê ku ziyan baran û lehiyê dîtine bike, raspard.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bersîva bangewaziya Qaymeqamê Mûsilê dide û dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo alîkariya xelkê Mûsilê yê ku ziyan ji baran û lehiyê dîtine bike, raspard.

Piştî ku roja înê 07.12.2018 Qaymeqamê bajarê Mûsilê Zuhêr El Erecî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku bi hanaya bajarê Mûsilê ve biçe û alîkariya koçber û xelkê lêqewimî yê lehî û baranbarînên vê dawiyê bike. Cenabê Serok Mesûd Barzanî bi wê bangewaziyê ve hat û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî raspard ku bi hanaya koçber û lêqewimiyên lehiya vê dawiyê ya bajarê Mûsilê ve biçin.

Ji ber şepêla baranê ya li Iraq û Kurdistan bariye, li gelek navçeyan lehî dirust bû û ziyaneke mezin gihande welatiyan.

Bajarê Mûsilê ku ta niha ji ber şerê DAIŞê wêran e û şerê li dijî DAIŞê jî ziyaneke mezin gihandiye wê, baran û lehiyê jî jiyana xelkê wî bajarê dijwartir kiriye.

 

S. B