Merkel: Tişta li Efrînê dibe nayê pejirandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku cara 4em wekî Şêwirmenda Almanya hatî hilbijartin Angela Merkel gotarek lipêş Parlementoya Almanyayê (Bundestag) pêşkeş kir, bernameya 4salî ya hukimeta xwe ragihand û herweha rexneyên tund li Operasyona Efrînê ya Tirkiyê girt.
Merkel diyarkir: Tişta li Efrînê dibe nayê pejirandin. Bi hezaran sivîl bûn e qurbanî û mişext bûn. Bi zimanê herî tund em van kiryaran protesto dikin”.
Şêwirmenda Almanya herweha liser rewşa Xûta ya Rojhilat axifî. Got: Hukimeta Sûriye û Rûsya berpirsiyarê encamên vî şerê nerewa ne.
C.B