HDP: Di nav 2 salên dawî de 11 hezar endamên me hatine girtin

Ayhan Bîlgen: Çawa hikûmetên berê fêr bûn ku guvaşa wan bê sûde, wiha jî wê hikûmeta AKPê jî fêr bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Partiya Demokratiya Gelan HDP Ayhan Bîlgen, di kombûna heftane ya partiya xwe de got: "Şevê din hin kesan bi çekan êrîşê avahiya partiya me li navçeya Esenlerê ya Stenbolê kirin. Li dijî HDPê kîjan riyên zordestiyê bikar bînin bila bikar bînin, lê em dev ji xebat û têkoşîna xwe bernadin."

Ayhan Bîlgen diyar kir, ku di nav 2 salên dawî de 11 hezar endam û alîgirên partiya wan hatine girtin.

Bîlgen da xuyakirin, ku berî desthilata AKPê, hikûmetên din jî yên Tirkiyê bi heman awayî guvaş li wan dikrin, lê çawa hikûmetên berê fêr bûn ku guvaşa wan bê sûde, wiha jî wê hikûmeta AKPê jî fêr bibe.