Yekgirtûya Îslamî beşdarî hikûmeta nû nabe

Encûmena Serkirdatiya Yekirtûya Îslamî ya Kurdistanê encamên hilbijartinê re dike û biryar da ew beşdariyê di kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Serkirdatiya Yekirtûya Îslamî ya Kurdistanê  encamên hilbijartinê re dike û biryar da ew beşdariyê di kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de nake.

Îro Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî civiya û piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand, ew beşdariyê di kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de nake û dê wek opozîsyonê xebata xwe ya siyasî û perlemanî berdewam bike, ji bo beşdariyeke rasteqîne di proseya çaksaziyê û rûbirûbûna gendeliyê bike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, Encûmena Serkirdatiya Yekgirtû careke din tekez dike ku encamên hilbijartinê red dike û dê riyên yasayî ji bo yekê bigire ber.

Şeva 20ê Cotmehê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê encamên dawiyê yên hilbijartina parlemantoya Kurdistanê ragihandin, hin aliyên siyasî wek Tevgera Goranê, Nifşê Nû û Yekgirtûya Îslamî jî wan encaman red dikin.

Yekgirtûya Îslamî ligel Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bi Hevpeymaniya Ber b Îslahê ve beşdarî hilbijartinan bû û li gor encamên dawiyê wê hevpeymaniyê 5 kursî di parlemantoyê de bidest xistine.

 

S. B