CPT serdana rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî dike

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serdana xwe ya bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî eşekere dike.

K24-Hewlêr

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serdana xwe ya bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî eşekere dike.

CPT bi daxûyaniyeke eşkere kir ko ji 6ê Gulanê heta 17ê Gulanê serdaneke taybet bo Tirkiyeyê kirine. Armanca wan çavderîkirina kesên ko ji aliyê Asayîşa Tirkiyeyê ve tên desteserkirin e. Di vê çarçoveyê de li bajarên wekî Enqere, Stenbol, Diyarbekir û Rihayê bi kesên hatine desteserkirin re hevdîtin kirine. Herwiha serdana Girava Îmraliyê jî kirine û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û 3 zindaniyên din ên Îmraliyê hevdîtin kirine. CPT girîngî daye li ser mafê hevdîtinê yên Ocalan û 3 zindaniyên din ên bi kes û karên xwe re.