Trump û Erdogan vekişîna YPG ji Minbic gotûbêj dikin

Çawîşoglû: Di gava yekem de, wê YPG ji Minbicê vekişe û Tirkiye û Amerîka wê bi hev re kar bikin. Di gava duyem de emê diyar bikin wê kî Minbic birêve bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû, derbarê pirsa hebûna YPGê li Minbicê ragihand, ku îro serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump, wê derbarê Minbiciê pêwendiyeke telefonî encam bidin û diyar kir, ku herdu welatan derbarê Sûryê çend komîteyek pêk anîne.

Mewlûd Çawîşoglû zelal kir, ku di gava yekemîn de, wê YPG ji Minbicê vekişe û Tirkiye û Amerîka wê bi hev re kar bikin. Di gava duyemîn de jî emê diyar bikin wê kî  Minbicê birêve bibe.

Çawîşoglû got: Wê rêvebirina Minbicê li gorî rêjeya serjimariya pêkhateyên wî bajarî were diyarkirin. Herwiha ev pilana Minbicê dê ji bo rojhilatê Firatê û Reqayê jî bibe model.

Derbarê pêwendiyên di nav Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, navhatî got: "Nêzîkbûna Hewlêr û Bexda wê bandorê li ser pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî dike.

Çawîşoglû tekez kir, ku rêketina di nav Bexda û Hewlêrê de, wê bandor li ser pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî dike û di demek nêzîk de, derbarê pêwendiyên Hewlêr û Enqerê, wê hin gav bên avêtin".

N.O