Hêlên pêşî yên Pêşmerge û artêşa Iraqê tên diyarkirin

Piştî pêkanîna çend komîteyan, Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi karê hevbeş kirine û yekem kar jî karê rûpîvanê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin û hêla pêşî ji hêzan re diyar dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî pêkanîna çend komîteyan, Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi karê hevbeş kirine û yekem kar jî, karê rûpîvanê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin û hêla pêşî ji hêzan re diyar dikin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ji malpera Wezareta Pêşmerge re ragihand, armanca pêkanîna komîtên hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ew e, navçeyên pirsgirêk li ser hene li ser bingeh rûpîvanê hêlên pêşî ya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bên diyarkirin.  

Da zanîn jî, komîtên hevbeş niha sînorê di navbera qezaya Kifrî û Xurmatûyê karê rûpîvanê dikin û di karê xwe de berdewam in.

Amaje bi wê jî, navçeyên ku hêza zêde tê de be, çi Pêşmerge yan artêşa Iraqê, dê vekişin. navçeyên gefên DAIŞê li ser zêde bibe, hêz lê tên zêdekirin.

Di vê mehê de şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê serdana Hewlêrê kiribû û ligel Wezareta Pêşmerge civiyabûn û gihîştibûn hin lihevkirinan.

Di wê derbarê de Parlemanterê ji Firaksiyona PDKê li Parlemantoya Iraqê Beşar Kîkî ji K24ê re ragihandibû, ew agahdarî hûrgiliyên plana vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî ne û di vê mehê de Pêşmerge vedigerin û destpêkê Pêşmerge vedigerin Kerkûkê û piştre navçeyên din.

 

S. B