Ebdulmehdî, Bengîn Rêkanî bo Wezîrê Dadê bi wekalet destnîşan dike

Adil Ebdulmehdî, Wezîrê Avedankirina Îraqê Bengîn Rêkanî ji bo birêvebirina Wezareta Dadê bi wekalet radispêr e

K24 – Navenda Nûçeyan

Adil Ebdulmehdî, Wezîrê Avedankirina Îraqê Bengîn Rêkanî ji bo birêvebirina Wezareta Dadê bi wekalet radispêr e.

Li gorî belge nameyekê ku ji nivîsîngeha Serokwezîrên Îraqê Adil Ebdulmehdî hatiye derxistin, Ebdulmehdî kesekî Kurd ji bo wergirtina postê wezîrê Dadê bi wekalet radispêr e.

Wek di belge nameyê de hatiye ku dîroka 6/12/2018e li ser e, Wezîrê Şaredarî, Avedankirin û Akincîbûnê Bengîn Rêkanî digel erkê xwe, dê postê Wezîrê Dadê jî birêve bibe.

Di wê fermana dîwana Ebdulmehdî de hatiye, ew biryare ji demê derketina wê de dikeve warê bicîhkirinê de.

Wezareta Dadê yek ji wan 8 wezaretane ku ta niha postên wezîrên wan ji aliyê Civata Wezîran ve nehatiye yekalî kirin.

 

 

 

C.B