Dengbêjê Rojhilatî Resûl Nadirî koça dawiyê kir

Hunermend û dengbêjê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Resûl Nadirî piştî demekê ji nexweşiyê îro li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dengbêjê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Resûl Nadirî piştî demekê ji nexweşiyê îro li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Nadir Nadirzade Eqdemî (Resûl Nadirî) sala 1933an li gundê Ozuntaş yê ser bi Mehabadê ve jidayik bû. Di temenê 15 saliyê de dest bi stranbêjiyê kir. Ji ber gotina stran û heyranan li piraniya navçeyên Kurdistanê digere.

Resûl Nadirî ji bilî gotina heyran, beyt û stranan, bi pêkenîn û gotinên xweş dihat naskirin û gelek gotinên wî di nava milet de belav bûne.

Her çend e berî çend rojan nûçeya koçkirina wî hatibû belavkirin, lê ew îro 17ê Îlonê li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

 

S, B