Li Sûriye, xwepêşandan li dij hukimetê hatin lidar xistin

Li 90 bajar, bajarok û gundên parêzgehên Idlib, Heleb û Hemayê xwepêşandan li dijî hikûmeta Sûriyê hatin lidar xistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 90 bajar, bajarok û gundên parêzgehên Idlib, Heleb û Hemayê xwepêşandan li dijî hikûmeta Sûriyê hatin lidar xistin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belavkiriye ku, li 90 bajar, bajarok û gundên parêzgehên Idlib, Heleb û Hemayê xwepêşandan li dijî hikûmeta Sûriyê û amadekariyên êrîşkirina ser deverên wan birêve çû.

Xwepêşandan li piraniya bajar û bajarokên di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên wan her sê parêzgehan birêve çû, ku li her sê bajarokên Cindrês, Şeran û Mabeta yên Efrînê jî, hatin lidar xistin.

Tevî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê di derbarê Idlibê de, lê di xwepêşandanan de, daxwaz ji Civaka Navdewletî hat kirin, ku deverên wan ji êrîşên Artêşa Sûriyê biparêzin. 

 

 

C.B