Bi vîdyo.. burdûmankirin a komgeh a Daişê li Hemrîn bibîne
K24- Hewlêr
Wezret a bervanî ya Îraqê, vîdyoyek belav kirîye ku komgehek a çekdarên Daişê li sinûr ê pareêzgeh a Dîyala burdûman dike.
Wezaretê amaje bi wê yekê kirîye, firokeyên Hevpeyaman ya Nêvdewletî li dijî Daişê, li sinûrê bilindahîyên Hemrînê çekdarên Daişê û hijmareka veşargeh û komgehên Daişê burdûman kirîne.
Berê jî hêzên asayîşîyên Îraqê belav kiribûn ku çekdarên Daişê li sinûrê bilindahîyên Hemrînê, dest bi livîn û bizavan kirîne.
Pişkek ji Kurdên akincîyên deverê jî bi egera metirsîyên Daişê naçarbûne mal û xanîyên xwe bihêlin û koçber bibin.
Piştî bûyerên 16 Oktoberê , hêzên asayîşî yên Îraqê dest bi ser deverê dagirtîye û hêzên Pêşmerge li Deverê nemane û ev jî bûye egera wê yekê ku valahîya asayîşî durist bibe û hêzên Îraqî nekarin ewlehîyê li deverê bparêzin.