Firokeyên Iraqê baregehên PKKê li Şingalê bombebaran kirin

Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, firokeyên şer ên Iraqê binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya geliyê Kersê ya li Şingalê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, firokeyên şer ên Iraqê binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya geliyê Kersê ya li Şingalê bombebaran kir.

Peyamnêrê me da zanîn, gerîlayên PKKê nûçeya bombebaranê piştrast kirin û aşkere kirin, îro demjimêr 16:15 8 firokeyên şer ên Iraqê li esmanê Şingalê geriyan û baregehên PKKê li nêzîkî geliyê Kersê bombebaran kirin.

Wan gerîlayan ji peyamnêrê me re aşkere kirin, destpêkê wan gûman kirin ku ew firoke yên Tirkiyê bin, ji ber wê berê mûşekên ber bi firokeyan kirin, lê berî ku wan armanc bikin, wan firokeyan baregehên wan bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên canî û madî de, wan jêderan ti zanyariyek aşkere nekirin.

 

S. B