Hunermendê Kurd yê Cîhanî Dilşad Seîd dîsa diktora wergirt

Ritma bi navê Curcîna (Jorjina) heye. Di nav Kurmancî de û hin deverên kêm li Iraqê bikar tînin, piştî pêdeçûneke baş, diyar bû ku ew ritmeke Kurmancî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di roja 19 / 6 / 2018an de, bi ahengeke taybet a derçûnê ji Zanîngeha Mozarteum li bajarê Salizburg li welatê Nemsayê, mûzîkjenê navdarê Kurd û cîhanî Maestro Dilşad Seîd, bawernameya diktorayê di mûzîka Kurdî de, li ser nama xwe ya bi navnîşana (Vekolînek li ser mûzîka Kurmancî – zêdetir berçavkirina stiranên ritmî), bi pileya gellekî baş bi rengekê fermî wergirt.

Ev yekemîn car e lêkolîneke akadîmî û giring û berfireh li ser mûzîka Kurdî / Kurmancî, di zanîngeheke Ewropî de tê kirin û hunemendê Kurd Dilşad Seîd hinek rastiyên veşartî, di wê lêkolînê de eşkere kiriye û du ji wan rastiyan jî ev in:

1- Piraniya mûzîka Kurmancî bi reng û tayên xwe ve ji mûzîka gelên Rojhilata Navîn û devera Qewqazê cuda ye û kêmtirîn xalên hevbeş hene li gel mûzîka zaravên din yên Kurdî.

2 - Ritmeke aloz û xerîb bi navê Curcîna (Jorjina) heye. Di nav Kurmancî de û hin deverên kêm li Iraqê bikar tînin, lê piştî pêdeçûneke baş, diyar bû ku ew ritmeke Kurmancî ye, ji ber van egeran:  

Yek: Li nav Kurmancan ev ritm gellekî berbelav e û gellekî ji mêjve tê bikaranîn, lê li hin deverên kêm ên Iraqê, ji despêka sedeya bîstan heya naverasta wê bikar hatiye û piştî wê gellekî kêm bikar hatiye.

Du: Li deverên din yên Iraqê, di stiranên folklorî de nehatiye bikaranîn, belkî tenê di stiranên nû de hatiye bikaranîn. Lê li nav Kurmancan gellekî belav e û ji mêjve di stiranên folkorî de hatiye bikaranîn.

N.O