PDK û YNK red dikin di hikûmeta bê de bibin opozîsyon

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red dikin di hikûmeta bê ya Iraqê de bibin opozîsyon.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) red dikin di hikûmeta bê ya Iraqê de bibin opozîsyon. Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, dixwazin beşdarî hikûmetê bibin û şer mafên destûrî bikin. Endamekî serkirdatiya YNKê jî dibêje, YNK bi pêwîst dizane ku Kurd di hikûmetê de hebe.

Çavê PDKê li hevpeymaniyeke mezin e, ji bo mafên destûrî ên Kurd di hikûmeta dahatî ya Iraqê de bidest bînin. Berî ku bi hikûmeteke nû razî bibe, mercê wê vegera hevbeşî û şeraketa rastî ye.

Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Husên ji K24ê re got: “Hikûmeta nû bê opozîsyon nabe, lê hewl didin hevpeymaniyeke sereke ji aliyên Iraqê pêk bînin. Ew aliyên siyasî ku pêgeha wan bihêz e divê rola xwe di pêkanîna hikûmeta nû de bibînin. Heger aliyên bihêz beşdarî hikûmetê nebin, ew hikûmet lawaz û bêberhem dibe, reng e jî Iraq ber bi rewşeke xirab û pirsgirêkên zêdetir biçe.”

Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Husên
Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Husên

Serokê Şepêla Hîkme Emar Hekîm daxwaz kiribû, Şîe, Sune û Kurd hikûmetê pêk bînin, opozîsyon jî ji heman pêkhateyan dirust bibe. YNKê jî li ser wê daxwazê bi PDKê re hevhelwest e û dibêje, heger Kurd li derveyî hikûmetê bimîne, dê daxwazên wî werin piştguhkirin.

Di wê derbarê de, Endamê Serkirdatiya YNKê Arêz Ebdulah ji K24ê re got: “Carê dema wê yekê nehatiye ku were gotin Kurd bibe opozîsyon. Pêwîstiya qonaxa niha bi raguzer û cibicîkirina destûrê û siyaseteke giştî heye, ji ber wê nabe bi navê opozîsyonê Kurd were piştguhkirin. Reng e mebesta Emar Hekîm ew be, ku beşek ji Kurd opozîsyon be, ew asayî ye, lê pirs ew e, çi baş e? Ew beşê bandora xwe ya mezin li Kurdistanê heye, yan ew beşê ku bandora xwe kêm e?”

Endamê Serkirdatiya YNKê Arêz Ebdulah
Endamê Serkirdatiya YNKê Arêz Ebdulah

Li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, PDK û YNKê hevnerîn in, tê çaverêkirin jî gera duyem a danûstandina wan bi aliyên Iraqî re bi yek şandê be. Bi gotina berpirsên wan her du aliyan jî, nabe ew wek opozîsyon biçin Bexdayê.  

 

S. B