ENKS serokekî nû û endamên komîtan hildibijêre

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo civîneke berfereh bi rê ve dibe û gelek guhartin di posta serokatiyê û komîteyên xwe de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo civîneke berfereh bi rê ve dibe û gelek guhartin di posta serokatiyê û  komîteyên xwe de dike.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, di civîneke taybet de Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Siûd Mela wekî serokê ENKSê yê nû ji aliyê Emîndariya Giştî ya ENKSê ve hate hilbijartin.

Jêderekî taybet ji nava civîna ENKSê ji peyamnêrê K24ê ragihand, serokê berê yê ENKSê Ibrahîm Biro dê di postê xwe de ta civînên Cenêva 8 bidawî dibin, bimîne.

Herwiha da zanîn, çar kes wek Komîta Serokatiya ENKSê hatine hilbijartin ew jî ev in, Fesla Yûsif, Fêsel Yûsif, Nihmet Dawod û endamekî din ji Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (hîna nehatiye destnîşankirin)

Ji bo Komîta Pêwendiyên Derve jî, Tahir Sifûk, Siyamend Haco, Îbrahîm Biro, Kamîran Haco û Îsmaîl Hesaf hatine destnîşankirin.

Biryar bû roja 7ê Mijdarê kongira çaremîn ya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata girêdan, lê hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişê ve dihatin parastin, rê nedan ku ENKS kongreya xwe girê bide.