Li Diyarbekir xelk daket kolanan

Li Diyarbekirê ser îdîaya ku destdirêjî li keçeke 6 salî hatiye kirin, xelk daket kolanan. Polîsan bo belavkirinê gazên rondikrêj û ava bizext bikaranîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê ser îdîaya ku destdirêjî li keçeke 6 salî hatiye kirin, xelk daket kolanan. Polîsan bo belavkirinê gazên rondikrêj û ava bizext bikaranîn.

Şeva bihurî, li navçeya Rezan ya Diyarbekirê, ser îdîaya ku di bexçeya dibistanekê de destdirêjî li keçekê 6 salî hatiye kirin, xelk li dor dibistanê kom bû û xestin bikevin dibistanê. Lê polîsan rê neda û di navbera xelkê û polîsan de alozî derket.

Komeke jin li ser rêya sereke ya navçeyê rûniştin û nehîştin otombêl bên û biçin. Polîsan bo belavbûna xelkê gaza rondikrêj û otombêlên toma yên ava bizext bikar anîn.

Komeke ciwanan jî jî bi kevir û maytapan bersiv da. Alozî heta derengiya şevê berdewam kir.